Li Rihayê toz dibare

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji demjirên êvarî ve û heta niha toza ku ji aliyê Suriyê ve tê dibare û bandoreke nerênî li jiyana welatiyan dike.

Saziya Keşnasiyê ragihand ku dê toz heta demjimêrên derengê şeva 25ê Nîsana 2022ê berdewam be û pisporan jî hişyarî da ku kesên bi temen, zarok û kesên pirsgirêkên wan ê henaseyê hene eger ne ji neçarî be divê dernekevin derve.

Li gor agahiyan li bajêr ji ber ewrên tozê kalîteya hewayê gelekî daketiye û mesafeya dîtinê jî kêm bûye.

Zêdeyî hefteyek dibe wê pêla tozbarînê bandoreke zêde li beşekî Bakurê Kurdistanê kiriye. Pispor dibêjin, ew pêla tozbarînê ji Sûriye û Misrê hatiye.