Li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê 75 darzeytûn birîn

25-04-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Birîna Darzeytûnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li gundê Zeire ser bi bajarokê Bilbilê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, grûpa Lîwaa el-Şîmal ya ser bi Tirkiyê 75 darzeytûn birrîne.

Li gor çalakvanên xwecihî, li gundê Zeire ser bi bajarokê Bilbilê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, grûpa Lîwaa el-Şîmal 75 darzeytûn birrîne.

Herwiha li bajarê Efrînê grûpa Cebheya Şamî 2 xaniyên welatiyên Kurd li taxa Eşrefiyê firotine, yekem bi 800 û duyem jî bi 1400 dolaran.

Berî çend rojan jî, li gundê Miskê ser bi Cindirêsa Efrînê, çekdarên grûpa Ceyş el-Şerqiye jeneratorê bîra cotkarekî Kurd dizî bûn.

Li herêma Efrînê, nêzîkî 19 milyon darzeytûn hene ku dike %20 ji darzeytûnên Sûriyê. Salane nêzîkî 55.000 ton zeyt berhem didin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ve, nêzîkî 700,000 darzeytûn û darên fêkî bi destê grûpên çekdar û kesûkarên wan ên hawirde hatine birîn û şewitandin. Herî dawî, di meha Îlona borî de, 205 darzeytûn hatine birîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst