Berpirsekî Rêveberiya Xweser: Beşek ji vaksîna Çînî ji Rojava re tê şandin

25-04-2021
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Rojava Vaksîna Corona Vaksîna Sinopharm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re ragihand, beşek ji vaksîna Sinopharm a Çînî (Sinovac) ku gihiştiye Şama paytexta Sûriyê, ji bo Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser jî hatiye terxanirin û dê WHO serpireştiya şandina pişka herêmê bike.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku vaksîna Çînî ji roja Çarşemê ve derbasî Sûriyê bûye, hejmara wê jî li gorî ku Tendirustiya Cîhanî ew agahdar kirine, 203 hezar danên vaksînê ye.

Ciwan Mistefa diyar kir, ew hejmar li gorî pêwîstiya Sûriyê gelekî kêm e, ji ber ku pêşniyar hebû ku 900 hezar danên vaksînê bêne derbaskirin.

Dr. Ciwan Mistefa ji Rûdawê re got, “Ji 203 hezar danên vaksînê ku Çînê ji Sûriyê re şandiye, tenê 10% wê vaksînê dê bo navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên şandin.”

Hevserokê Desteya Tendirustiyê destnîşan kir, li gorî wê rêjeyê jî, hejmara ku dê bigihêje navçeyên Rêveberiya Xweser, tenê 23 hezar danên vaksînê ye, ew jî hejmareke gelekî kêm e.

Derbarê derbaskirina pişka wan navçeyan de jî, Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser da xuyakirin, “Tendirustiya Cîhanî dê derbas bike û serperiştiya wê bike, ne hikûmeta Sûriyê.”

Li gor amarên fermî yên Rêveberiya Xweser, ji destpêka tomarkirinê wê ve heya niha, li navçeyên Rêveberiya Xweser 15 hezar û 176 haletên pêketina bi Covid-19 hatine tomarkirin, ji wan 519 kes mirine û 1 hezar û 538 kes jî baş bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst