Li Deşta Mûşê ava çeman rabû û da ser zeviyên çandiniyê

25-04-2020
RÛDAW
Nîşan Deşta Mûşê Bakurê Kurdistanê

Şirove

Ev hefteyek e li herêmê baran bênavber dibare

A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Milazgir a Mûşa Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde ava çeman rabûn û bi qasî 50 hezar dekar zeviyên hatin cotkirin di bin avê de man.

Li seranserê navçeyê ev hefteyek e ku barana bi navber dibare bû sedema rabûna çemên Badişan û Muradê. 

Ava di ser çeman re avêt Deşta Milazgirê da ber xwe û bi qasî 50 hezar dekar erdên hatîn cotkirin di bin avê de man û zirar dîtin.

Serokê Odeya Çandiniyê ya Milazgirê Tahsîn Kiliç diyar kir ku nêzîkî 50 hezar dekar zeviyên hatine cotkirin di bin avê de ma û wiha pê de çû: "Barana li ser hev barî cotkar mexdur kir. Em li bendê ne ku av vekişe. Em dê dakevin nav zeviyan û zirar û ziyanê wan zelal bikin. Ji hemû cotkarên me re derbasî be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst