MÊRDÎN – “Xizmetguzarî kêm in lê ti kes newêre bêje”

Hewlêr (Rûdaw) - Mêrdîn ku yek ji wan bajarên dîrokî û xweş yê Bakurê Kurdistanê ye, di hilbijartinên xwecihî yên sala derbasbûyî de, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) karî li wê parezgeh û çendîn parêzgehên din serkevtinê bi dest bixe.

Ahmet Turk ji sedî 56.2 deng bi dest xistin û bû Hevserokê Şaredariya Mêrdînê, lêbelê gelek pê neçû, hikûmeta Tirkiyê biryar da wî ji posta wî dûr bixe û li şûna wî qayûm dane ku ev pêngavek bû rastî nerazîbûneke beşeke zêde ya xelkê Mêrdînê hat. Xelk amaje bi wê jî dikin, xizmetguzarî weke pêwîst li ber dest nînin, lêbelê ti kes newêre tiştekî bêje.

Firat Kayatar ku xwediyê kafeteryayekê ye li Mêrdînê, dibêje, “Daxwaza xelkê rêz lê nayê girtin. Ahmet Turk biriye. Eger rewş  bi vî cureyê ye, êdî hilbijartin bo çi tên kirin? Her cure kêmbûnek di xizmetguzariyan de heye; kes nîne karekê bike û ti kes newêre tiştekî bêje. Her kes di zindanê de ye û kes nikare biaxive. Lê binêrin, hevrêyekî me xwe veşart û ev der bicî hişt. Em bi vî rengî dijîn.”

Di hilbijartina sala derbasbûyî de, HDPê karî 65 şaredariyan bi dest bixe, lêbelê niha li ser 40 ji wan şaredariyan qeyûm hatine danîn û kesên hilbijartî ji postên wan hatine dûrxistin.

Berpirsên HDPê û xelkekî zêde yên din dibêjin, hikûmetê pena bo danîna qeyûman bir, ji ber ku dizane bi rêya hilbijartinan nikare Bakurê Kurdistanê birêve bibe.

Semîre Nêrgiz, hevseroka şaredariya Nisêbînê ya jikardûrxistî, dibêje, “Qeyûm bo çi hat danîn? Qeyûm danîn ku bi hêzê dest bi ser şaredariyan de bigirin, ji ber ku têgihiştin, bi rêyên hilbijartin û siyasî bi ser nakevin. Wan qeyûm danîn bo ku rêz li daxwaza xelkê negirin, dengên xelkê hilweşînin û xelkê ji binkeyên dengdanê dûr bixin.”

Berpirsên partiya desthilatdar a Tirkiyê jî tohmetên HDPê red dikin û dibêjin, wan ti pirsgirêkek li gel encama hilbijartinê nîne lê ew “rê nadin dahatên şaredariyê bo piştevaniya PKKê bên terxankirin.”

Serokê Rêxistina AK Partî ya Mêrdînê Faruk Kiliç dibêje “Nedibû rewşa şaredariyan bi wî rengî berdewam be; şaredarî ji terorê tijî bûbûn, wan piştevaniya çalakiyên terorîstî dikir çi di warê dabînkirina çavkaniyên darayî û çi di warê aborî de.”

HDPê di hilbijartina parlamentoya Tirkiyê de jî serkeftineke mezin bi dest xist û bûye sêyem partiya mezin li nav parlamentoyê, lêbelê hevpeymaniya di navbera AKP û MHPê de li parlamenê, derfeta karkirinê ji bo hêzên din nehiştiye.