SILEMANÎ - Li gundekî Şarbajêr 11 kes hatin kerentînekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Qeymeqamê Şarbajêr ragihand ku li gundê Welîawa yê sînorê wan 11 kes hatine kerentînekirin û got: “Ew hemû kes malbata wî welatiyê 80ê salî ne ku bi vîrûsa Coronayê ketiye.”

Derbarê mijarê de Qeymeqamê Şarbajêr Şaho Osman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanên ku piştî kesekî akinciyê gundê Welîawa yê sînorê wan ku zilamekî 80 salî ye bi vîrûsa Coronayê ketiye, dest bi pêdeçûnê kirine û got: “Îro Şemiyê ligel aliyên peywendîdar me serdana gund kir, piştî reşandina bi derman 11 kes ku malbata yê nexweş bûn her li gund hatin kerentînekirin.”

Qeymeqamê Şarbajêr diyar kir ku pişkinîna tendirûstî bo her 11 kesan hatiye kirin û got: “Em li benda encama pişkinînê ne û bi pey çavkaniya hatina vîrûsê de ne ka çawa gehiştiye gund.”

Gundê Welîawa ser bi nehyeya Zelan ê sînorê qezaya Şarbajêr e, ku dikeve bakurê bajarê Silêmaniyê; gund 20 kîlometre dûrî navenda qezaya Şarbajêr e. Doh Wezareta Tendirûstiyê ragihandibû zilamekî 80 salî li sînorê Şarbajêr a Silêmaniyê bi vîrûsa Coronayê ketiye.