Feysel Yûsif: Fransa dixwaze ENKS û PYD li hev bîne

25-04-2019
RÛDAW
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kurd ENKS PYD Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ji Rûdawê re ragihand, Fransa hewl dide ENKS û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li hev bîne û bo vê yekê destpêşxeriyek kiriye.

 

Feysel Yûsif da xuyakirin, bi destpêşxeriya welatê Fransayê li Hewlêrê civînek ji bo aliyên siyasî yên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin.

 

Bi gotina Feysel Yûsif, her du aliyên ENKS û PYD bi şêweyekî cuda ligel berpirsên pilbilind ên Fransa civiyane.

 

Wî berpirsê ENKSê diyar kir ku ji bo gotûbêjkirina wê destpêşxeriya Fransayê, serkirdeyên ENKSê hatin Hewlêrê û civîneke awarte saz kirin.

 

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif di berdewamiya axaftina xwe de got, ew ji bo gotûbêjan amade ne û ti carî deriyê danûstandinan li hemberî aliyên din ên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê nagirin.

 

Feysel Yûsif da zanîn ku ENKS pêşwazî li wê destpêşxerî û hewla Fransayê dike û da xuyakirin ku Fransa dostekê kevnar ê gelê Kurd e û çend carên din jî hewldan ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdî hebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst