ROJAVA - Li Amûdê jenosîda ermeniyan hat bibîranîn
Amûdê (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê li nav avahiya Encûmena Zagonsaz a Kantona Cizîrê komkujiya Ermeniyan a ji aliyê Osmaniyan ve di sala 1915 de hate protestokirin.
Hevserokê Encûmena Zagonsaz, Hekem Xelo daxuyakirin, ku her demî Tirkiye hewl dide ku bi navê ola îslamê êrîşî ser gelên deverê bike û herî dawiyê jî ew yek di êrîşa bo ser Efrînê de bi kar anî.
Ji aliyê xwe ve jî, Hevserokê Desteya Mafê Mirovan, Xalid Ibrahîm, ji Rûdawê re da xuyakirin, ku Tirkiyê bi komkujiyan di derheqê ermeniyan de tawanên şer encam daye.
Xalid îbrahîm diyar kir, ku li hember van komkujî û tawanan, divê hesab ji Tirkiyê bê xewstin.
Di sedsala bîstan de û di navbera salên 1914-1915an de desthilata Împeratoriya Osmanî li dijî ermeniyan komkuiyek berfireh pêk anî ku li gorî dîrokzanan, di encama wê komkujiya mezin de di navbera 1 heta 1.5 milyon ermenî hatin kuştin.
Komkujiya ermeniyan ji aliyê çend dewletan ve weke jenosîda netewî-nejadî hatiye qebûlkirin, lê belê dewleta Tirkiyê ku li gorî yasayên navdewletî mîratgirê Împeratoriya Osmanî ye, wê yekê red dike.