EFRÎN - 5 hezar malbatên Ereb li Raco hatin bicihkirin

25-04-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Raco Guhertina demografiyê Kurd Ereb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di berdewamiya guhertina demografiya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de, li devera Reco 5000 malbatên Ereb hatine bicîkirin.

 

Çavkaniyekê ji devera Reco ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku li bajarokê Reco û gundên bi ser ve, 5000 malbatên Ereb hatine niştecîkirin.

 

Li gorî çavkaniya taybet bi Rûdawê, di hin malan de 3 malbatên Ereb hatine niştecîkirin.

 

Çavkaniyê diyar kir, ku malbat li ser malên bajarokê Reco û gundên ser bi vê bajarokê Efrînê ve tên dabeşkirin û li malên welatiyên Kurd tên niştecîkirin.

 

Ji dema kontrolkirina herêma Efrînê ve, bi dehan hezar erebên Xûteya Rojhilat, Qelemûn û deverên din ên Sûriyê li herêma Efrînê hatine niştecîkirin.

 

Artêşa Tirkiyê û çekdarên hin grûpên opozisyona Sûriyê roja 18ê Adara îsal û piştî 58 roj êrişên berdewam derbasî nav bajarê Efrînê bûne û kontrolkirina vî bajarî Rojavayê Kurdistanê ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst