Xelkê Nisêbînê: Nisêbîn dê ti caran nebe wek berî şer

Nisêbîn (Rûdaw) - Parêzgariya Mêrdînê piştî 756 rojan qedexeya li ser 6 taxên navçeya Nisêbînê ya Mêrdîne rakir û xizmetguzariya ku ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniya Tirkiyê ve tê meşandin ber bi dawî ve tê. Xaniyên ku çêkirina wan ji 2 salan zedetir e berdewam dike dê heta dawiya salê bi temamî ji xwediyên wan re werine radestkirin; ji aliyeke din ve 24 hezar xelkên Nisêbînê yê ku di heyama şerê YPSê û dewletê koçber bibûn hîn jî li Nisêbîne venegeriyan e.


Piştî 25 mehan qedexeya ku li ser 6 taxên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bûn ji aliyê Parêzgariya Mêrdînê ve hatine rakirin.


Bi rakirina qedexeya ku di serê sala 2016an de ji ber şer û pevçûnên di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) û hezên dewleta Tirkiyê de hatibû danîn niha xebatên nûjenkirin û xaniyên ku bi destê TOKIyê  têne çêkirin baştir xûya dikin.


Remzî Elmas jî yek ji wan kesan e ku xaniyê wî di heyama şer de kavil bû, ew di Şaredariya Nisêbînê de dixebitî; lê piştî kayûm hat wî karê xwe jî wek mala xwe ji dest da û niha ew û kurê wî Gabar bi paletiyê debara mala xwe  dikin. Elmas dibêje ku qedexe ji ser bajarê me rabû; lê rêçê şer hîn jî li ser me ye.


Şêniyê Nisêbînê Remzî Elmas ji Rûdawê re wiha axifî: “ Ez 25 sal bûn di Şaredariya Nisêbînê de dixebitîm. Xaniyê min kavil bû  û piştî kayûm hate ser kar, ez û 74 hevalên xwe  ji kar hatine dûrxistin, niha halê min pir perîşan e û ez û kurên xwe di karê giran de dixebitin da ku perê nanê xwe derxînin. Ez daxwazim vegerim ser karê xwe.”


Di 20 mehan de Wezareta Hawirdor û Bajarvaniya Tirkiyê li taxên koçeran û elîkan yên ku di şerê 2016 an de bi temamî kavil bibûn 4657 xanî û dikan çêkirin û her wisa binesaziya van taxan hate nûjenkirin, avahiyên ku bi destê TOKİ'yê hatine lêkirin li ber tamambûnê ne. Firehiya van xaniyan di navbera 65 û 150 mete çargoşeyan de ne û heta 5 mehan ev xanî dê werine radestkirinê xwediyên xwe, % 85ê  xelkên taxê qebûlê van xaniyan bûne lê % 15 şêniyên taxa Koçeran hîn girêbest bi TOKIyê re girê nedane.


Serokê AK Partiyê yê Şaxa Nisêbînê Latîf Ozel dibêje ku Nisêbîn  niha navçeya herî ewle ya bajarê Mêrdînê ye û ew hewl didin ku 394 xaniyên Taxa Kanîkan a li ser sînorê Qamîşloyê bi lezgînî heta dawiya salê temam bikin.


Latîf Ozel wiaha axifî: “Nisêbîn niha birînê xwe hêdî hêdî dipêçe,  hikumeta me şebekeya avê ya bin erdê bi temamî nûjen kir û heta dawiya salê plana me ew e ku em hemû kesên mexdûr bixine xaniyên wan."


Rûsipiyekî Nisêbînê jî Şerefxan Cizîrî ye ku ew jî di heyama şer de li navçeyê ji hemû şer re çavdêriyê kir û ew di wê baweriyê de ye ku Nisêbîn çiqas were çêkirin jî dê tu carî nebe Nisêbîna berî şer.


Şîrovkarê siyasî Şerefxan Cizîrî jî got: “Mixabin kesek nikare mineta xwe bixe ser gelê Nisêbînê. Xanî hatine xerakirin û niha xaniyên nû hatine çêkirin; bi ya min dê tu carî Nisêbîn  dê nebe Nisêbîna berî şer."


Li Nisêbînê dewletê, di 14 Adar a 2016 an de li hember şervanên YPSê şereke giran da destpêkirin û di heman demê de li 6 taxan qedexe hate ragihandin û ev operasyon heta 3ê Hezîrana 2016 an berdewam kirin; 6 taxên ku şer têde qewimîn piştî 25 mehan hate vekirin.