‘Kantona Kobanî bi zorê dest daniye ser Nexweşxaneya Viyena’

Hewlêr (Rûdaw) – Xwediyê Nexweşxaneya Viyena li Kobanî Dr. Izzet Efendî ragihand, Kantona Kobanî bi çek û bi zorê dest daniye ser nexweşxaneya wî.

 

Xwediyê nexweşxaneya Viyena li Kobanî Dr. Izzet Efendî, di daxuyaniyeke rojnamevanî de bang li raya giştî ya Kurdî, partî û rêxistinên û kesayetiyên kurdî kir û ragihand, Kantona Kobanî bi hêza çek û bi zorê dest daniye ser nexweşxaneya wî li Kobanî ku bi navê Nexweşxaneya Viyena tê naskirin.

 

Dr. Efendî di daxuyaniya xwe de ku kopiyek wê gihişt Rûdawê dibêje, hêzên Kantona Kobanî hemû tiştên ku di nexweşxaneyê de bûn, ku bi milyonan pere dikirin, şikandin û talan kirin.

 

Xwediyê nexweşxaneyê dibêje, wî serî li Parlamentoya Yekîtiya Ewropa daye û ji wan re bi belge (dokyument) eşkere kiriye ku Kantona Kobanî nexweşxaneya wî talan kirine û doz li dijî Hikûmeta Kantona Kobanî bi serokatiya Enwer Muslim vekiriye.

 

Dr. Izzet Efendî herwiha ragihandiye, wî serî li gelek dezgehên mirovî û tendirustî yên cîhanî daye û ji wan re behsa kiryarên kantonê li dijî nexweşxaneya Viyena li Kobanî kiriye.

 

Dr. Izzet Efendî dibêje, dê Yekîtiye Ewropa û dezgehên mirovî û pizîşkî helwestên tund li hember kantona Kobanî bistînin.