Viyan Dexîl behsa keçên êzîdî ji Clinton re kir

Hewlêr (Rûdaw)- Parlamantera kurd a êzîdî li Parlamentoya Iraqê, Viyan Dexîl li Washingtom ligel Wezîra Derve ya berê ya wî welatî Hillary Clinton civiya.

Ofîsa ragihandina Viyan Dexîl di daxuyaniyekê de wiha got: “Dexîl di nava serdana xwe de bo Amerîkayê, ligel Clinton civiya û di wê hevdîtinê de, rewşa koçberan a dijwar û pirsgirêkên wan hat gotûbêjkirin. Herwiha behsa keçên kurd ên êzîdî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne jî kir.”

Di wê daxuyaniyê de hat ragihandin: “Hillary Clinton piştgiriyek mezin bo pirsa kurdên êzîdî nîşan da û tekez kir ku ewê hemû hewlên xwe bo alîkariya wan keçan.”

Herwiha Clinton da zanîn ku, welatê wê dixwaze alîkariyên xwe yên mirovî bo koçberan zêdetir bike.