Şanda BDP û HDPê wê sibê biçe Îmraliyê

Hewlêr (Rûdaw)- Şanda Partiya Aştî û Demokrastiy (BDP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, wê sibê şemiyê biçe Îmraliyê.

Şanda BDPê û HDPê ku ji wekîlên koma BDPê Pervin Buldan û Îdris Baluken û parlamenterê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tê, wê sibê biçin Îmraliyê.

Li gor nûçeya DÎHAyê, Pervin Buldan ragihand ku wan bi wezareta dadê ya Tirkiyê re hevdîtin pêk aniye û dê sibê biçin Îmraliyê.

Tê çaverêkirin di wê hevdîtinê de de barê Newroza Amedê û nameya ku KCKê ji Ocalan re şandibû, nirxandin bên kirin.

Şanda BDPê û HDPê herî dawî di 8ê adarê de çûbûn Îmraliyê.

Ev dê cara dawî be ku Pervin Buldan û Îdris Baluken wê bi navê BPDê biçin Îmraliyê, ji ber ku dê di 28ê vê mehê de tevlî HDPê bibin.