Li Amedê pêşangehek li ser jenosîda Ermeniyan hat vekirin

25-04-2014
RÛDAW
Amed-Pêşangeh
Amed-Pêşangeh
A+ A-

 

Amed (Rûdaw) - Di 99. Salvegera Jenosîda Ermeniyan de ji bo ku êş û qehrên Ermeniyan werin zanîn û bibîranîn, pêşangeheke ku ji 99 wêneyan pêk tê,  hate vekirin. Ev wêne ji kesên ku ji jenosîdê xilas bûne pêk tê û li Fransayê hatine kişandin. Kesên ku ji jenosîdê reviyane û xwe li Fransayê veşartine ji bo ku qeyda wan were girtin wek nasnameyê wêneyê wan hatiye kişandin. Ev wêne jî aliyê Komela Aram ya Parîsê ve li Amedê hate pêşandan.


Serokê Komela Aram Narojan Artîn, li ser vê pêşangehê ji Rûdawê re got: Wateya vê pêşangehê ji bo me pir mezin e. Ev kesên di van wêneyan de kal û dapîrên me ne. Demekê ew jî li vir dijiyan Ev der ji bo wan çavkaniya bextewariyê bû. Ji bo ku careke din ev tişt nebin pêwîste em nedin ji bîr kirin.


Rewşenbîr, siyasetmedar û rêveberên kurd jî serdana pêşangehê kirin û dan zanîn ku êş û qehrên Ermeniyan di heman demê de êşên kurda ne jî û ewê tû carî bûyerên bi vî rengî dîrokî û trajîk nedin ji bîr kirin.


Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak jî serdana pêşangehê kir û ji Rûdawê re got: Em li vir ji bo ku qehr û êşên Ermeniyan parve bikin kom bûn. Ev pêşangeh jî dide zanîn ku Ermenî çiqas ji rewşên zor û giran derbas bûne. 


Pêşangeha wêneyên kesên ku ji jenosîdê xilas bûne pêk tê dê heta 2'yê Gûlanê vekirî be. Rewşenbîrên kurd bang dikin ku pêwîste her kurdek ji bo empatiya xwe xurt bike serdana vê pêşangehê bike.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst