Jiyanek di navbera Qeyserî, Stenbol, Awûsturalya û Belçîka de

25-04-2013
RÛDAW
A+ A-

Zelal Çelik

Koln (Rûdaw) - Senem Guneşer li  Tirkiyeyê li bajarê Stenbolê hatiye dinyayê. Malbata wê Kurdên ji Qeyseriyê ne. Ji bo aboriyek baş û jiyanek aram malbata Guneşer di sala 1983yê de berê xwe didin Awûsturalyayê. Zarokatî û ciwaniya Senem Guneşerê di nav nakokiyên çandî û civakîde derbas dibe. Piştî ku ji Stenbolê çûn careke din derfeta vegera Stenbolê çênebû. Senem dibêje: “Berê ez ji Stanbolê  dilşikestî bûm,niha tenê ez bêriya Stenbolê dikim.ˮ

Bajarê Canberra yê Awûsturalyayê bi hemû gerbûna xwe wan hembêz dike.Li heman bajarî du sal beşa muhendisî xwend, lê ji bo eleqeya wê ya zanistiya ziman li zanîngehê lîsansa xwe li ser wergeriyê çêkir.Piştre jî di beşa perwerdê de Graduate Dîploma stand û bû mamosteya îngilîzî;lê tenê salakê li dibistanê mamostetiyê kir. Herçiqas wê Kurdistan nedîtibû û bi hezaran kîlometre ji welatê dê bavê xwe dûrbûjî, zilma di salên 1990î de li Bakurê Kurdistanê ûberxwedana Kurdan dengê xwe hetaAwûsturalyayê jî gihand. Ev bandor weke gellek jinên kurd li Senemê jî kir.Cara yekemîn ji bo dengê gelê xwe bigihîne raya giştî di Radyoya Civakî de (3zzz Community Radio) bername çêkir û bi vê bêngavê dest bi karê çapemeniyê kir.

“Jinên kurd di ekranên tv de him xwe bi hêz kirinˮ

Senem diyar dike ku di nevbera salên 90 û 98ê de ji % 50 jinên kurd berê xwedane karê çapemeniyê û dibêje ev jî nêzîkatiya wan a azadiyê ye.“Jin di gellek beşan de bûn xwediyê rol, ew ne tenê bûn nûçegihan herwiha ew bûn rêvebir,pêşkêşvanê bernemeyên siyasî,kameravan, derhêner û menajerê produksiyonan. Jinên kurd di ekranên tv de him xwe bi hêz kirin him jî civak agahdar kirin. Ji bo jinên kurd ev bi serê xwe şoreşek bû. Jinan ev hêza xwe bi tevgerek xurt nekirin li her çar perçeyên Kurdistanê.ˮ Ew dibêjeniha xitmandinek di rewşa jinan de heye û wiha berdewam dike:“Mîsyona pêwistnayê kirin. Divê jin hêza xwe baş bikar bînin, ji ber ew xwediyêpotansiyelek xurtin.ˮ

Di konferansan de wergera simultane dike

Di destpêkê de wê li bajarê Melbournekarê radyo kir,li Ewropa jî ev kar berdewam kir,bi salan li ser xebatên Yekîtiya Ewropayê di Med Tv, Medya Tv û Roj Tv de nûçegihanî û pêşkêşvaniya bernameyan kir. Niha jî ew weke rojnamevana serbixwe dixebite û karê wergerê dike.Wê gellek belge,dokumanter û gotar nivîsandinû gellek peymanên huquqî û bazirganî jî wergerandin. Herî dawî pirtûka Mehdî Zana ya bi navê “Bekle Diyarbakir” ji tirkî wergerand îngilîzî.Ji bilî van karan Senem di konferansan de wergera zindî ya simultanedike. Herî dawî li ser teknolojiya ziman perwerde dît. Ew nihali Belçîkayê dijî.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst