Li Stenbolê 43 kes hatin desteserkirin: 'Heqaret li malbata Erdogan kirine'

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê bi tohmeta ku çêrî dêya Serokkomarê Tiekiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kirine 43 kes hatin detserkirin.
Xwenîşandanên li hemberî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu berdewam dikin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser xwenîşandanên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (Saraçhaneyê) daxuyaniyek belav kir.
Alî Yerlîkaya ragihand ku derbarê kesên ku di xwenîşandanên li Saraçhaneyê heqaret li dê û malbata Erdogan kirine kar û barên yasayî hatiye destpêkirin.
Yerlîkaya da zanîn ku di encama lêpîrsînan de 43 kes hatine desteserkirin.