Loristan: Ji ber lehiyê rêya 10 gundan hat girtin

25-03-2024
RÛDAW
Nîşan Loristan Lehî Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Loristanê ji ber lehiyê rêya sereke ya 10 gundan hat girtin û elektrîka bajarê Dilfendê û nahiyeyên wê jî qut bû.

Ji doh ve pêleke baranê parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê girtiye ber xwe.

Ji ber barana zêde li parêzgehê rêyên bi dehan gundan hatin girtin û li çend bajar û nahiyeyan jî elektrîk qut bû.

Qaymeqamê Koyeşitê yê parêzheha Loristanê Mihemed Mûradî li ser baran û lehiyê daxuyaniyek belav kir û ragihand:

“Ji ber barana zêde asta ava Sêmereyê bilind bûye û bûye sedema lehiyê.

Ji ber lehiyê jî rêyên 10 gundan ji çûnûhatinê re hatine girtin.”

Li gorî daxuyaniya Mihemed Mûradî navên wan gundên ku rêyên wan hatine girtin wiha ne:

“Çem Berizo, Çem Neqdelî, Qebr Mihemmed Mûrad, Husên Beg, Çem Mîrbeg, Çem Letûr, Siya Kemerizalî, Sergundawî Serû, Sergundawî Xwarû, Kakawend.”

Mihemed Mûradî amaje bi wê yekê jî kir ku tîmên wan ji bo vekirina rêyeke din dest bi xebatan kirine.

Li aliyê din Qaymeqamê Puldexterê Elî Cehanî jî ragihand ku rêya kevn a di navbera bajarên Xuremawa-Puldexterê ji ber ketina keviran hatiye girtin.

Li gorî gotina Elî Cehanî tîmên rê û pirên bajarê Puldexterê ji bo pakkirin û vekirina rê dest bi xebatan kirine û ew li hêviyê ne ku îro heta piştî nîvro rê ji çûnûhatinê re were vekirin.

Qaymeqamê Dilfendê Esxer Qehremanî jî li ser baran û lehiyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ji ber lehiyê metirsiyeke mezin li ser nahiyeya Mîrbegê heye.

Esxer Qehremanî amaje bi wê yekê jî kir ku ji ber lehiyê elektrîka bajarê Dilfendê û nahiyeyên Kakawend û Mîrbegê jî qut bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst