Li Til Rifetê di topbaranê de welatiyek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw)  - Welatiyekî di topbarana li gundê Bêlûniyê yê navçeya Til Rifeta Efrînê de canê xwe ji dest da.

Artêşa Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê gundê Bêlûniyê yê Til Rifetê û navçeya Şehbayê topbaran kirin.

Welatiyê bi navê Reşîd Hemo ku di nav zeviya xwe de cot kir, di encama topbaranê de birîndar bû.

Reşîd Hemoyê 36 salî li Nexweşxaneya Avrînê jiyana xwe ji dest da.