Li Xarpêtê madena kromê herifî: Karker di bin de man

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Paloyê ya Xarpêtê madena kromê herifî û 2 karker di bin de man.

Li gorî agahiyan, li gundê Xamilê yê navçeya Paloyê ji ber sedemeke nediyar madena kromê ya kompanyayeke taybet herifî.

Du karker di bin madenê de man.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Karkerên bi navê Mehmet Salih O. û Abdullah D. yên dibin axê de mabûn ji aliyê tîman ve hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê her du karkerên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.