Rêya Şirnex-Colemêrgê rûxiya

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya di navbera parêzgehên Şirnex û Colemêrgê de ji ber barana zêde rûxiya û çûnûhatin rawestiya.

Li Bakurê Kurdistanê baran û şilî berdewam e û li gelek cihan pirsgirêkên çûnûhatinê rû didin.

Parêzgariya Şirnexê ragihand ku li gundê Gêrûrê yê navçeya Qilebanê di navbera du tunelan de erd heziyaya û rê hatiye girtin.

Parêzgariya Şirnexê got:

“Li ser rêya Şirnex-Colemêrgê ya D-400-33 demjimêr 20:00an ji ber barana zêde erd heziya.

Di encamê de rê hilweşiya û derizî û rê ji çûnûhatinê re hat girtin.

Ji bo bikaranîna otomobîlên biçûk di nav gundê Gêrûrê de rêyeke alternatîf hatiye diyarkirin.”