Kerkûk: Projeyên niştecîbûnê li ser erdên Kurd û Tirkmenan têne dirustkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Bi rêya avakirina yekeyên niştecîbûnê de, hewl têne dayîn ku dest bi ser zêdetirî 12 hezar donim erdê Kurd û Tirkmenan de li Kerkûkê bê girtin ku piraniya wan erdan jî yên Kurdan e. Li wan erdan dê komelgehên niştecîbûnê bêne avakirin û Erebên hawirde têne niştecîkirin. Li gor belgenameyekê ku ketiye destê Rûdawê, zêdetirî 26 hezar yekeyên niştecîbûnê li ser wan erdan têne dirustkirin.
Nişteciyên gundên Topzawa û Turkelan ku Kurd û Tirkmen in, xwenîşandan kirin û dirustkirina wan yekeyên niştecîbûnê red kirin û dibêjin, metirsî li ser bi hezaran donim erd heye. Ew di wê baweriyê de ne, biryar ya serdema desthilata Beas e û niha tê cîbicîkirin.
Li Kerkûkê bo çêkirina avahiyên nîştecihbûnê wergirtina zeviyên çandiniyê yên Kurd û Tirkmenan bû sedema nerazîbûnê. Li Kerkûkê pirsgirêka zeviyên çandiniyê yên Kurd û Tirkmenan berdewam e.
Careke din ji bo zevî û milkê cotkarên Kurd li Kerkûkê pirsgirêk derketin vê carê pirsgirêk ji bo Tirkmenan e jî ku her du gundê Topzave û Turkelanî li xwe girtiye.
Bi biryareke şaredariya Kerkûk û li ser daxwaza Wezareta Berevanî ya Iraqê hewl tê dayîn ku zeviyên çandiniyê yên cotkarên gundên Topzava û Turkelan bo çêkirina cihên nîştecihbûnê bên bikaranîn.
Kurd û Tirkmen dibêjin tapoya zeviyên wan hene û vê yekê wek hewla guhertina demografya navçeyê dizanin.
Şêwirmendê Serokwezîranê Herêma Kurdistanê Bo Madeya 140î Rêbwar Talebanî anî ziman, “Projeyek e ji bo efserên ku ne xelkê Kerkûkê, xelkê parêzgehên din in tê duristkirin û siyaseta guherandina demografiyê lê tê meşandin. Ew siyasetekî kevn e. Li gor madeya 140 ji ber ku Kerkûk û herêmên Kurdistanî li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê ne û jê re herêmên pirsgirêk li ser tê gotin, heta pirsgirêk neyên çareserkirin ti aliyek nikare destkariyê di wan şûnan de bike.”
Zeviyên Topzava di bingeh de zeviyên Kurdan e, beşek ji wan di serdema desthilata Beas de ji Kurdan hatine wergirtin ji bo Erebên hawirde. Piştî nemana wê desthilatê di sala 2003an de dîsan dane Kurdan, lê piştî bûyera 16ê Oktoberê careke din piraniya zeviyan ji Kurdan hatine wergirtin û bo Erebên hawirde hatine dayîn.
Parêzerekî cotkaran dibêje divê bi rêya wezaretên Bajarvanî û Çandinî yên Iraqê, biryar bê hilweşandin.
Parêzerê Cotkarên Kurd li Kerkûkê Şikar Merdan got, “Em li Wezareta Çandiniyê bûn, ji bo pirsgirêka cotkarên Kurd û Tirkmen jî bi me re bûn di şandeyê de, me jê re behsa pirsgirêkan kir, ew jî dê şandekê amade bike û bişîne Wezareta Çandiniyê ya li Bexdayê ku bikaribin li ser kar bikin û berevaniya vê dozê bikin.”
Ew zeviyên ku niha hewl tê dayîn bên dabeşkirin, bi biryara encûmena serkirdayetiya Şoreş ya di serdema desthilata Beas de bi bi navê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê tê kirin. Ji ber vê yekê Kurd û Tirkmen niha daxwaz dikin ku biryarên Beasiyan neyên cîbicikirin.