Di erdheja Mereşê de nasnameya 1297 kesan nehatiye zelalkirin

25-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Emnî ragihand ku nasnameya 1297 welatiyên di erdheja 6ê Sibatê de canê xwe ji dest dane nehatiye zelalkirin û kar û xebatên zelalkirina nasnameya 74 kesên bêkes ku li nexweşxaneyan tên dermankirin jî berdewam e û ji wan 72 kes zarok in.

Komîsyona Lêkolîna Erdhejê ya Parlamentoyê ku ji bo lêkolîna encamên erdhejên Mereşê hatibû avakirin civiya. Serokê Daîreya Ewlekariyê ser bi Rêveberiya Emnî ya Giştî Vedat Mercan got, komîsyon hatiye agahdarkirin ku 81 ji wan zarok bi giştî 305 kes wenda ne û kar û xebatên lêgerîna wan berdewam in.

Mercan dibêje: “Nasnameya 3 hezar û 755 terman bi rêya pencemorê hatiye zelalkirin. Heta niha 1297 welatiyên me hene ku nimûneya DNA wan hatiye wergirtin, cihê gora wan jî tê zanîn lê nasnemaya wan nehatiye zelalkirin. Lê kar li ser vê yekê berdewam e.”

Herwiha komîsyonê li ser hejmara girtinên di lêpirsîna erdhejê de jî zanyarî dane ku derbarê 1121 kesan de karê yasayî hatiye kirin û ji wan 316 kes hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst