EFRÎN - Çekdaran ciwanekî Kurd ji ber ala Kurdistanê bi giranî birîndar kirin

25-03-2023
Hisên Omer
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar Ciwanê Kurd Ala Kurdistanê Hesen Mihemed Hemîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên opozisyona Sûriyê ciwanekî Kurd ê bi navê Hesen Mihemed Hemîd li Efrînê bi giranî birîndar kirin.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, roja Înê, dema ku ciwanê Kurd Hesen Mihemed Hemîd yê 17 salî ji Cindirêsê vedigeriya, çekdarên opozisyona Sûriyê bi tundî li wî dane û niha ew li nexweşxaneyê di jêr çavdêriya hûr de ye.

Şêxo da zanîn ku ciwanê Kurd ji ber ala Kurdistanê di destê wî de bûye çekdarên opozisyona Sûriyê lê dane.

Herwiha li navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê di 20ê Adarê de çekdarê grûpa Ceyş El Şerqiye ya girêdayî Tirkiyê bi hinceta ku agirê Newrozê pêxistibûn 4 Kurd hatibû şehîdkirin, 2 kes jî hatibûn birîndarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst