Wezareta Derve ya Tirkiyê: Em bi giştî rapora Amerikayê ya mafên mirov red dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Tirkiyê rexneyên li ser Tirkiyê yên di Rapora Mafên Mirov a 2022 ya Amerikayê de şermezar kir û ragihand ku bi giştî raporê red dikin. Wezareta Derve ya Tirkiyê 24ê Adara 2023an derbarê Rapora Mafên Mirov a 2022 ya Amerikayê de daxuyaniyek da.

Wezaret di daxuyaniya xwe de dibêje: “Di rapora Mafên Mirov a 2022an de wek salên borî careke din li ser welatê me zanyariyên ne rast û çavkaniya wan nediyar, îdîayên bêbingeh û şîroveyên bialî hene. Em wan îdîayan şermezar dikin û bi giştî raporê red dikin.”

Wezareta Derve ya Amerikayê rapora xwe ya salane ku rewşa mafên mirov a welatan tê de dinirxîne belav kir. Di 102 rûpelên beşa Tirkiyê de tê gotin ku Hikûmeta Tirkiyê di çarçoveya rûbirûbûna terorê ya ku 2018an de hatiye qebûlkirin de li ser sînordarkirina mafên bingehîn û yên mirovî berdewam bûye û bi vî awayî serweriya hiqûqê xistiye metirsiyê.

Herwiha di raporê de pirsgirêkên mafên mirov ên li Tirkiyê hatine rêzkirin û di rêza yekemîn de girtina siyasetmedarên mixalif, parlamenter, parêzer, rojnamevan û çalakvanên mafên mirov hene. Behsa girtin û desteserkirina kêfî ya bi deh hezaran kes ku karmendên Amerikayê jî di nav de ne hatiye kirin û tê gotin ku li seranserê Tirkiyê gef û tûndûtîjiya dijî rojnamevanan jî berdewam e.