Li Wanê rêya gund û zozanan tê vekirin

25-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li navçeya Ebexê rêya gund, mezre, zozan û goman vedikin.

Di daxuyaniya şaredariyê de hat diyarkirin tîmên berfê yên Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê ku li navçeyê xizmetê didin 85 gund û 35 mezreyan di meha Adarê de jî li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê li deverên 3 hezar metre bilind rêya gund, mezre, zozan û goman vedikin.

Tîmên berfê li hinek gund û mezreyan rêyên ku cî bi cî berf 3 metre ye vedikin.

Şefê Şantiyeya Ebexê Orhan Sarikaya diyar kir rêyên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ji berfê paqij dikin û wiha got, "Li herêmê 16 personelên me bi 8 makîneyên kar dixebitin da ku rêyên ji ber berfê girtî ne vekin. Cî bi cî berf 3 metre ye û ekîbên me bi zor û zehmetiyeke mezin dixebitin."

Li Miksê berf barî

Li navçeya Miksê ya Wanê berf barî.

Hin şofêrên ku ji navçeyê diçin Wanê li devera Derbasoka Karabetê ji ber berfê zincîr bi tekerên otomobîlên xwe ve girêdan daku di rê de asê nemînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst