Grûpên çekdar gefan li çalakvanên greva Cindirêsê dixwin

25-03-2023
Hisên Omer
Grûpên çekdar gefan li çalakvanên greva Cindirsê dixwin
Grûpên çekdar gefan li çalakvanên greva Cindirsê dixwin
Nîşan Cindirês Efrîn Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Şehîdên Cindrêsa Efrîna Rojavayê Kurdistanê, li pêşiya mala xwe konê sersaxiyê vedane. Rojane bi dehan ji xelkê Efrînê berê xwe didin mala şehîdan û sersaxiyê ji wan re dixwazin. Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê gefan li çalakvan û beşdarên gireva Cindirsê dixwin da ku çalakiyên xwe rawestînin.

Piştî 5 rojan ji xwepêşandan, girev û seknên protestokirinê li dijî grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku çekdarên wê 4 welatiyên Kurd ji yek malbatê di şeva Newrozê de, li pêş mala wan bi kom kuştibûn, grûpên çekdar gefan li beşdarên girevê dixwin û hewl didin ku wan çalakiyên protestokirinê bi dawî bînin.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand, çekdar gefan li çalakvanan dixwin û ala Tirkiyê li ser konê girevê bilind dikirin da ku xelk beşdarî girevê neke.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo got: “Ji duh ve dixwazin grevê belav bikin. Ala Tirkan li konê grevê bi destên hinek ajanên wan hatin belavkirin. Gelek ciwan neçar man ku ji bin konê grevê derbikevin. Herwiha ji duh ve gelek gef li ciwanên çalak tê xwarin.”

Li nêzîk goristana ku her çar qurbanî bi xakê hatibûn spartin, hin diruşm li gel ala PKK hatibûn avêtin. Di tomareke dengî de, çavkaniyekê ji cihê bûyerê ji Rûdawê re got, ev kiryar bi fermana Îstixbarata Tirkiyê ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye kirin da ku xelkê bên tirsandin û girev û çalakiyên protestokirinê bên rawestandin.

Di çalakiyên protestokirinê de, beşdaran bi diruşmên azadî bo Efrînê, derkirina grûpên çekdar û sizadana kujeran û grûpa wan a çekdar û çend diruşmên din dengên xwe bilind dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst