Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cela (Ekinozu) ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.5 pile erdhejeke nû çêbû.
Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) roja Şemiyê 25ê Adara 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li navçeya Celayê ser bi parêzgeha Mereşê demjimêr 07:39 deqe bi hêza 4.5 pile erdhejeke nû çê bûye û kûrahiya wê 7 kîlometre bin erd bûye.
Herwiha Resetxaneya Kandilli jî ragihandiye ku li navçeya Nurhaqê bi hêza 4.3 pile erdhejeke nû çêbûye û kûrahiya wê jî 7 kîlometre bin erdê bûye.
Di heman demê de doh li navçeyên Goksun û Nurhaqê yên ser bi parêzgeha Mereşê bi hêza 4.4 û 4.7 pile du erdhejên din çêbûbûn.
Piştî erdheja 6ê Sibatê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, zêdeyî 20 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse