PAKê Îhsan Nûrî Paşa bibîr anî

25-03-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Partiya Azadiya Kurdistanê bi helkfefta 45emîn salvegera wefeta Îhsan Nûrî Paşa ew bibîr anî.

PAKê bi boneya salvegera Îhsan Nûrî Paşa daxuyaniyekê da û ragihand Îhsan Nûrî Paşa rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê bû.

PAKê destnîşan kir ku Îhsan Nûrî Paşa general û rêberê leşkerî yê serhildana Çiyayê Agirî û ji endamên damezrînerên Xoybûnê bû.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îhsan Nûrî Paşa di jiyana xwe de ji bo Kurd û Kurdistanê tekoşîn kir. Wî ji beriya 45 salan wek îro koça dawî kir û ket nav refên şehîdên Kurdistanê. Em Îhsan Nûrî Paşa di salvegera koça dawî wî ya 45ê de bi giramî bibîrtînin.”

Îhsan Nûrî Paşa di sala 1893ê li Bedlîsê jidayîk bûye û 25ê Adarê 1976 li Tehrana paytexta Îranê bi rûdaneka trafîkê çû ber dilovaniya Xwedê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst