Cegerxwîn di helbestên xwe de cihekî berçav û girîng daye Newrozê

Hewlêr (Rûdaw) - Her sal di 21ê Adarê de, miletê Kurd li seranserê cîhanê agirê Newrozê pêdixe û roja nû pîroz dike. Newroz wek cejneke Kurdî ya neteweyî cihekî pir xuya û berçav di helbesta kurdî de digire. Bi taybetî Seydayê Cegerxwîn roja Newrozê bi felsefeya Zerdeştî ve girê dide û wê wek roja serkeftina xêrê û şikestina şer wesf dike. Li dor vê mijarê hevkarê min Besam Mistefa ev inhouse amade kiriye.

Newroz roja nû ya gelê Kurd e. Cejna bihar, rizgarî û azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Di wê rojê de, gelê Kurd qeyd û bendên bindestî û stembariyê şikand û sînga xwe ji bayê roja nû ya azadî û serfiraziyê re vekir.

Newrozê bi wateyên xwe yên kûr û cihêreng, cihê xwe di dilê hemû hozanvan û helbestvanên Kurd de girtiye.

Seydayê Cegerxwîn wek helbestvanê doza gelê Kurd, di berhem û helbestên xwe de cihekî berçav û girîng daye mijara Newrozê. Cegerxwîn roja Newrozê bi destana Kawayê Hesinkar ve girê dide û dibêje wî mêrxasî di roja nû de serê Zehakê neyar û xwînmij bi çakûçê xwe pehin kir û rê li ber hilatina roja azadî û xelasiya Kurd vekir.

Cegerxwîn roja Newrozê dişibîne roja serkeftina ronahî li ser tarîtiyê, şikestina zivistanê û geşbûna biharê. Herwiha li gor felsefeya Zerdeştiyê ku dibêje ronahî û tarîtî du hêz in li cîhanê û her û her di şer de ne, Cegerxwîn Kawayê Hesinkar wek nûnerê xêrê û Zehakê kujer wek nûnerê şer dibîne û Newrozê dişibîne şikestin û windakirina Ehrîmenê serdarê hêza şer û tarîtiyê û serkeftin û birina Hurmizê serdarê hêza xêr û ronahiyê.

Cegerxwîn di helbesta (Kîme Ez) de bi vî awayî behsa serpêhatiya Newrozê dike û dibêje:

Kawey Hesinkar bav û kalê min
Perçiqand serê Zehakê dijmin
Ji gerdena Kurd
Wî şikand zencîr
Serê me parast
Ji birîn û şûr
Roja hat kuştin xwînmijê dilsoj
Goya dibêjin: Ew roj e Nûroz
Zivistan diçî
Ew rojên ne xweş
Parêz dibî Kurd
Ji dêwê zergeş
Wisa dibêjî Zerdeştê rêzan
Ehrîmen dişke Hurmiz tê meydan