Li Rojhilatê Kurdistanê rewşa Korona xirabtir dibe

25-03-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlamê ber bi rewşa metirsîdar ya corona ve diçin.

Li gor raportên zanîngehên pizîşkî yê parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, hejmara qurbaniyên corona li wan 5 parêzgehan zêde bûye. Zanîngeha pizîşkî ya Urmiyê ragihand, nexweşxane tije bûne ji tûşbûyên corona û cih ji bo tûşbûyên nû gelekî kêm bûye.

Bajarên Urmiyê, Bokan, Serdeşt, Tîkab û Miyandiwaw di rewşeke herî xirab de ne. Zanîngeha pizîşkî ya Îlamê jî dibêje, di heftiya borî de, hejmara tûşbûyan gelekî zêde bûye û 60 ji wan tûşbûyan, geştyarên Newrozê ne.

Li parêzgeha Sine jî, bajarên Seqiz, Bane, Dîwandere û Qurwe ketine rewşa metirsîdar de. Parêzgarê Sine hişyarî daye geştyaran ku heya 72 seetan wê parêzgehê bicih bihîlin.

Hejmara qurbaniyan li parêzgeha Kirmaşanê jî zêde bûye, zêdetir ji 170 kesan li nexweşxaneyan hatine razandin. Li Loristanê jî di 24 seetan de, 302 kes bi Korona ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst