VÎDEOWALL – Belavbûna corona li Rojavayê Kurdistanê

25-03-2021
RÛDAW
Bilindbûna hejmara pêketiyên bi coronayê li Rojavayê Kurdistanê metirsiyê li ser jiyana welatiyan dirust dike
Bilindbûna hejmara pêketiyên bi coronayê li Rojavayê Kurdistanê metirsiyê li ser jiyana welatiyan dirust dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bilindbûna hejmara tûşbûyên bi coronayê li Rojavayê Kurdistanê metirsiyê li ser jiyana welatiyan dirust dike.

Roja Sêşemê jî, berpirsa Rêxistinêna Tenduristî ya Cîhanî li Sûriyê, ragihand ew plan dikin heta dawiya sala 2021ê, ji sedî 20 ji xelkên Sûriyê vaksîna li dijî coronayê werbigirin.

Li gor plana Rêxstina Tenduristiyê ya Cîhanî, ew ê bi 2 rêyan vaksînê ji Sûriyê re bişînin û tê pêşbînîkirin di Nîsana bê  de dest bi vaksînkirinê bikin.

Rêya yekem, vaksîn dê ji Şamê re bê şandin, ji bo navçeyên li jêr desthilata hikûmeta Sûriyê, û navçeyên li jêr desthilata Rêveberiya Xweser.

Rêya duyem; daksîn dê ji Tirkiyê derbasî navçeyên li jêr desthilata opozisyona Sûriyê bibe.

Corona li Rojavayê Kurdistanê

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ve hatine ragihandin, li Bakur  û Rojhilatî Sûriyê û Rojavayê Kuridstanê, 103 pêketiyên nû yên  coronayê hatine tomar kirin.

2 tûşbûyên din jî canên xwe jidest dan. Yek ji wan zilamek ji Hesekê bû, ya din jî jinek ji Dêrikê bû. Derbarê tûşbûyên nû jî, 58  mêr in, û 45  jin in.

Heta niha hejmara giştî ji tûşbûyên bi coronayê gihiştiye 9221 kesî. Ji wan 358 mirine û 1274  baş bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst