Tirkiye: Em bazirganiya bi deriyê Îbrahîm Xelîl re ranawestînin

25-03-2020
Nîşan Ruhsar Pekcan Wezîra Bazirganî Tirkiye Îbrahîm Xelîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Bazirganî ya Tirkiyê Ruhsar Pekcan ragihand ku ew dê li ser hinardekirina kelûpelên xwe bi Deriyê Gumrukê yê Îbrahîm Xelîl berdewam bin, lê dest ji tedbîrên xwe yên di çarçoveya rûbirûbûna vîrusa koronayê de jî bernadin.

Ruhsar Pekcan li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku hinardekirina bo Iraq û Herêma Kurdistanê li Deriyê Gumrukê yê Îbrahîm Xelîl, bi guherîna konteyner, barhilgir û şofêran bi awayekî  “bêyîtemas” çêdibe.

Ruhsar Pekcan diyar kir ku ew dê hewl bidin bêyî rawestandin kelûpelan bi Deriyê Gumrukê yê Îbrahîm Xelîl bo Herêma Kurdistan û Iraqê bişînin, lê ew dê tendirustiya şoferan jî li ber çavan bigrin.

Pekcan herwiha pêştir jî rgihandibû ku ew bazirganiya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re narawestînin dê li “herêma tempon” bi awayî bi guherîna konteyner, barhilgir û şofêran a “bêyîtemas” pêk bînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst