Dêrik (Rûdaw) - Ji ber rabûna lehiyê li Dêrikê û Çil Axa û derdora wan 10 pir û çend xanî hilweşiyan û 5 rê hatin girtin û zerer gihişte mal û milkên welatiyan.
Li Dêrikê û Çil Axa ya Rojvayê Kurdistanê baraneke gur barî û lehî rabû û av derbasî 25 malên welatiyan bû, 15 serî pez mirar bûn û derdora 40 mirîşkan jî xeniqîn.
Welatiyekî Kurd li Dêrikê rahiştiye 2 qazên xwe yên ku ji ber lehiyê xeniqîne û dibêje, wek çawa li Efrînê mirişkên xelkê dihatin dizîn, li Dêrikê û derdora wê jî, ji ber lehiyê mirîşk û qazên wan di ber ava lehiyê re çûn.
Şaredariya Dêrikê jî dide xuyakirin, ku ew çend puirsgirêk hene û divê karekî berfireh bê kirin.
Dîwarê ku di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de ji ber hêza avê herifî û jinek Kurd Menîfa gazinan dike.
Hevserokê Şaredariya Dêrikê Feremez Hemo dibêje ew di amadebaşiyê de ne û projeya wan ji bo paşerojê heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse