Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê, Heyder Şeşo da xuyakirin ku ew pêşbînî dikin hejmareke mezin ji Kurdên Êzidî li Kamap Holê hebin ji ber ku kesên li Baxoz û Dêra Zorê hatine rizgarkirin birine wan kampan.
Heyder Şeşo ji Rûdawê re got, hin ji Kurdên Êzidî nawêrin xwe eşkere bikin , lewma ew pêşbînî dikin ku hejmareke mezin ji Kurdên Êzidî yên ku DAIŞê ew revandibûn, li Kampa Holê bin.
Heyder Şeşo da xuyakirin ku rê li ber Kurdên Êzidî tê girtin ku bigihîjin malbatên xwe.
Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxanê herwiha ji hikûmeta Iraqê xwest ku komîteyeke taybet ji bo şopandina rewşa Kampa Holê pêk bîne û got dibe ku li wê kampê hêj hejmarek ji Kurdên Êzidî hebin.
Qaidî: Rêveberiya Xweser soz dabû lê hêj soza xwe neaniye cih
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî yên Revandî Hisên Koro Qaidî ji Rûdawê re ragihand ku Rêveberiya Xweser soz daye ku asankariyê bike ji bo derbasbûna wan kesên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne.
Bi gotina Hisên Koro, Rêveberiya Xweser gotiye, ew dê alîkar bin ji bo ku kesên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, bi rêya deriyê Sêmalka derbas bibin ji ber ku rêyeke ewletir e, lê heta niha Rêveberiya Xweser rê nedaye ku ew derbas bibin.
Şerîf Silêman: Heta niha nêzîkî 2 hezar Kurdên Êzdî windayî ne
Endamê xûla berê ya Parlamentoya Iraqê û kesayetiya Kurdê Êzidî, Şerîf Silêman jî têkildarî heman mijarê ji Rûdawê re ragihand, wan pêşbînî dikir hejmara wan Kurdên Êzidî ku bêne rizgarkirin zêdetir ji wê hejmara niha be ku hatiye rizgarkirin, bi taybetî jî ku pêgeha dawî ya DAIŞê ku Baxoz bû, hate rizgarkirin.
Şerîf Silêman herwiha got ku heta niha 1500 heta 2000 keç û jinên Kurdên Êzidî çarenivîsa wan nediyar e.
Şerîf Silêman herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî ji bo diyarkirina çarenivîsa Kurdên Êzidî gellek bi lawazî dixebitin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse