Ebadî û BP ser mijara petrola Kerkûkê civiyan

25-03-2018
RÛDAW
Nîşan Heyder Ebadî BP Petrol
A+ A-

Bexda (Rûadw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi Rêveberê Giştê yê British Petrolê Bob Dedlon re civiya û mijara sereke petrola Kerkûkê bûye.

 

Ofîsa Serokwezîriya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi Rêveberê Giştê yê British Petrolê Bob Dedlon û şanda pêre hevdîtinek pêk anîn.


Li gor daxuyaniyê di hevdîtinê de Heyder Ebadî û Bob Dedlon xebatên ser rafineyên petrola Kerkûk û Bakur û Başûr gotûbêj kirin.


Herwiha hat ragihandin ku  di civînê de planên hikûmeta Iraqê ya ji bo zêdekirina hilberina petrolê hatine nirxandin.


Hikûmeta Iraqê destpêka îsal ligel BP rêkeftinek ser petrolê Kerkûkê pêk anibûn.


Kompanya BP ku navenda wê li Londonê ye sala 2013ê xwestibû li Kerkûkê petrolê derbixe lê hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî wê yekê derketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst