Polîsên Kemal Kurkut kuştine ji kar hatin dûrxistin

25-03-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Parêzgariya Amedê li ser bûyera Kemal Kurkut ku roja Newrozê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, daxuyaniyeke nû belav kir û diyar kir: “Du polîsên ku bi bûyerê re pêwendîdar bûn, ji aliyê parêzgariya me ve ji kar hatine dûrxistin.”

 

Di 21ê Adarê li Newroza Amedê de, serê sibê xwendekarê Beşa Muzîkê yê Peymangeha Hunerên Ciwan a Zanîngeha Înonuyê Kemal Kurkut, li qada Newrozê, rastî astengiya polîsan hat.


Piştî nîqaşan polîsan Kemal Kurkut ê nîv tazî, li ber çavê çapemeniyê ji paş ve kuştin.


Parêzgarê Amedê Huseyin Aksoy îro 25ê Adara 2017an daxuyaniyeke nû da û ragihand: “Du polîsên ku bi bûyerê re pêwendîdar bûn, ji aliyê parêzgariya me ve ji kar hatine dûrxistin.”


Di medyaya civakî de gotinek belav bûye, ku li ser tîşorta Kemal Kurkut navê “Kurdistanê” hebûye, lewma polîsan ew tîşort jê xistine, îşkence kirine û dema ku Kemal xwestiye ji îşkenceyên wan bireve, gule reşandine ser wî.


Huseyîn Aksoy di daxuyaniyeke xwe de diyar kiribû, zanyarî li ser hebûna bombeyê bû û gotibû: “Lê belê piştre dîmenên ku hatin, didan xuyakirin, ku zanyarî û dîmen li hev nayên, hevdû piştrast nakin.” 


Aksoy destnîşan kiribû, ku rayedarên ewlehiya Amedê, li ser “îhtîmala bombeyê” israr dikin.


Herwiha parêzgarî di daxuyaniya xwe de diyar kir, lêpirsîna kuştina Kemal Kurkut ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve berdewam e. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst