‘De Mistura soz daye ENKSê doza Kurd bixe rojevê’

25-03-2017
RÛDAW
Stêfan De Mestûra
Stêfan De Mestûra
Nîşan Stêfan De Mestura ENKS Fûda Eliko Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Bilind ya Danûstandinan ê Kurd Fûad Elîko got, Şanderê navdewlewtî yê ji bo krîza Sûriyê Stêfan De Mestûra soz daye ku doza Kurd bixe rojevê.

 

Endamê Desteya Bilind ya Danûstandinan ê Kurd Fûad Elîko, di hevpeyvîneke taybet de ji bo malpera Rûdaw beşê Erebî, naveroka civîna ligel şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Stêfan De Mestura eşkere kir.

 

Fûad Elîko got, De Mestûra Daxwaza Rûsya ji bo beşdarbûna PYD red kir.

 

Li gor endamê Kurd Elîko, diyar kir ku De Mestûra ji Rûsya re gotiye ku berê Kurd di danûstandionên Cinêvê de beşdar in û endamê wan di desteya biind de jî heye.

 

Fûad Elîko diyar kir ku ew duh bi De Mestûra re civiya û jê re got ku Kurd ne ligel rêjîma Sûriyê ne, lê hinek kes hene weke zilamên rêjîmê pêre didin û distînin.

 

Endamê Desteya Bilind Fûad Elîko herwiha got ENKS di danûstandinan de nûnerê Kurdane û De Mestûra Soz daye wî ku ewê bi awayekî cidî li ser pirsa Kurd raweste.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst