Ereb, siryanî û tirkmenên Kurdistanê ji SERXWEBÛNê re gotin erê

 

Kerkûk (Rûdaw) – Ereb û tirmenên li Kerkûkê dibêjin heger mafên wan bê parastin ewê piştgiriya referanduma serxwebûnê bikin.

Endamê Serokatiya Eniya Tirkmenan Necad Huseyîn ji Rûdawê re heger mafên wan bê parastin ew dixwazin di Kurdistanake serbixwe de ligel Kurdan bijîn.

Necad Huseyîn wiha got: “Em ligel birayên xwe yên kurd şerê dijmên dikin. Çawa em di şerê DAIŞê de hev diparêzin heger mafê me bê parastin emê bihev re bijîn jî. Em naxwazin bi pasaportê herin Hewlêr û Silêmaniyê.”

Welatiyên ereb jî weke tirkmenan naxwazin ji derveyî Kerkûk û Kurdistanê de bimînin û bijîn.

Serokê eşîra ereb Hozî Beyatî Şêx Samî Beyatî jî wiha got: “Ev mijareke girîng e. Em jî naxwazin ji nav sînorên Kurdistanê derbikevin. Lê divê mafên me jî bên berçavkirin. Eşîrên ereb piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin.”

Eşîrên asurî, keldanî û siryanî jî dibêjin ew dixwazin li Kurdistanê bijîn.

Weke tê zanîn li Parlamentoya Kurdistanê hemû pekhate têne temsilkirin û her çi qasî hejmara wan kêm be jî, kontejan ji bo wan tê cudakirin.

Di Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê de maseyê tevahiya olan heye

Parlamentoyê herî dawî zimanê ermenî weke fermî pejirandibû.