Ji bo hevserokên Şaredariya Colemêrgê 15 sal ceza

Navenda Nûçeyan – Ji bo hevserokên Şaredariya Colemêrgê û 7 kesên din cezayê zîndanê hat dayîn.

Li Colemêrgê Hevserokên Colemêrgê Dilek Hatipoglu û Nurullah Çiftçî jî di nav de 9 kes ji ber ku tevlî daxuyaniya îlankirina “rêveberiya xwesr” bûne rastî cezayê girtine hatin.


Doza 11 kesên beriya 7 meha li Colemêrgê tevlî daxuyaniya îlankirina “rêveberiya xwesr” bûne li Dadgeha Cezaya Giran a 2emîn a Colemêrgê hate dîtin.


Dadgehê ji bo tu kesan biryara beraatê da û ji bo heverokên Şaredariya Colemêrgê Dilek Hatipoglu û Nurullah Çiftçî 15 sal û ji bo Cîgirê Serokê Şaxê Colemêrgê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Firat Ertunç 16 sal ceza da.