Pêşmerge rastî êrişê hat: 3 şehîd, 2 birîndar - Efser jî di nav de ne (Hat nûkirin)

25-03-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Îro înê 3 pêşmerge di encama teqîna bombekê de li bajarokê Gulale (Celewla) şehîd bûn. Yek ji wan şehîdan jî efserekî pilebilind û Cîgirê Berpisê Eniya Germesêr a Hêza Pêşmerge ye.

 

Îro înê 25ê Adarê berî nîvorî bombeke vedayî li ser rêya otomobîleke Hêzên Pêşmerge li gundê Kobaşî yê girêdayî bajarokê Gulale teqiya.

 

Di encama teqînê de 3 pêşmerge şehîd bûn û 2 pêşmergeyên din jî birîndar in.

 

Di nav pêşmergeyên şehîd de efserê pilebilind Cîgirê Berpirsê Eniya Germesêr a Hêza Pêşmerge Celîl Ferec jî heye. Herwiha yek ji birîndaran fermandeyekî Hêza Piştevaniya 2 a girêdayî Lîwaya 3 ye.

 

Cenazeyên pêşmergeyên şehîd û birîndarên bûyerê rakirin Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Xaneqînê.

 

Rêvebirê Nexweşxaneya Hawarçûna Xaneqînê Dr. Xalid Mihemed ji Rûdawê re ragihand: Di teqînê de Cîgirê Mehmûd Sengawî Berpirsê Eniya Germesêr a Hêza Pêşmerge ligel 2 pasevanên xwe şehîd bûne û ji ber bihêziya teqînê pirraniya cendekê her du pêşmergeyên pasevan şewitiye.

 

Xalid Mihemed derbarê birîndaran de jî got: Fermande yê ji Hêza Piştevaniya 2 a Lîwaya 3 a Bejayî ligel pêşmergeyekî din birîndar in û bo dermankirinê bo nexweşxaneya Şoreş a Silêmaniyê hatine veguhastin.

 

Çavkaniyekî ji Hêza Pêşmerge jî ji Rûdawê re da xuyakirin, ku bomba ku îro bi otomobîla Hêzên Pêşmerge ve teqiyaye, bombeke kevn e û yê wê demê ye ku DAIŞê Gulale kontrol kiribû.

 

Vî çavkaniyê ji Hêzên Pêşmerge got, ew bombên DAIŞê heya ku kevn dibin, ji ber hebûna madeya fusforê xetera wan zêdetir dibe û dibin sedema şewateke zêde.

 

Bajarokê Gulale girêdayî navçeya Xaneqînê û ji aliyê îdarî ve ser bi aprêzgeha Diyala ye. Navçeya Xaneqîn û bajarokê Gulale di bin kontrola Hêzên Pêşmerge û îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst