Şaredariya Dêrsîmê her diçe rewşa xebatkarên xwe baştir dike

25-03-2014
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) - Di navbera Şaredariya Dêrsîmê û xebatkarên wê de Girêbesta Karên Komî (TÎS) hat îmzekirin.

Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn û Serokê Baskê Sendîkaya Karên Gelemperî (GENEL-ÎŞ) ya Dêrsîmê Hasan Çîçek girêbesta navborî li ber avahiya şaredariyê bi rêwresmekê wajo/îmze kir.

Girêbesta Karên Komî îro li ber avahiya Şaredariya Dêrsîmê bi beşdariya Şaredar Edîbe Şahîn, endamên rêveberiya şaredariyê, sendîkaya Genel-Îş û hevnamzeda BDPê ya şaredariyê Nûrhayat Altûn hat îmzekirin.

Li gorî vê girêbestê mafên civakî yên xebatkaran ji sedî 10 lê tê zêdekirin; mûçeyên rojane yên karkeran 17 lîre lê hat zêdekirin (mehane 510 lîre); di Cejna Qurbanê de jî li her xebatkarek 500 lîre, di Roja Aşûrê de jî 150 lîre padaş tê belavkirin. Di heman demê de Roja Aşûrê ji bo xebatkaran betlane ye.

Di girêbestên berê de jî Şaredariya Dêrsîmê ji bo xebatkarên xwe roja pîrozbahiyên Cejna Newrozê, 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan jî ji bo xebatkarên xwe wekî betlane diyar kiribû.


Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn di rêwresma girêbestê de axivî û got: "Em wek nijad Kurd in, lê baweriya Dêrsîmê Raya Heq (Elewîtî) e; di heman demê de em li dijî zayendperestiya civakî ne û em wekî jin hewl didin rê li ber vê zayendperestiyê bigirin û yeksaniyê pêk bînin. Loma di girêbestên şaredariyê de ji bo van hestiyariyan, xalên pêwendîdar ev deh 10 sal e cih digirin. Em Kurd in, lê em li ser baweriya Rêya Heq in; digel rojên netewî yên wekî Newrozê me ji bo xebatkarên şaredariyê, rojên pîroz ên baweriya xwe wekî betlane destnîşan kirin."

Şahînê got ku dema hevalên (Rûdaw: Xebatkarên şaredariyê) wan daxwaza mafek an jî tiştek dike, pêwîst e hê zêdetir rêkxistî bin.

Çîçek jî got ku heta ku şaredarî neketibû destê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), şaredariyê nikaribû mûçeyên xebatkarên xwe jî bide û wiha domand: "Lê belê niha şaredarî li hemberî xebatkarên xwe jî li hemberî xelkê Dêrsîmê jî serbilind û serfiraz e. Niha xebatkar di roja xwe de mûçeyên xwe distînin."

Ji bo hestiyarî û mafnasiya şaredariyê Çîçek li ser navê xebatkaran bi dayîna pilaketek sipasiyên pêşkêşî Şaredar Edîbe Şahînê kir.

Şaredariya Dêrsîmê ji bo şefafiyetê dahat û çûndiniyên xwe yên sala 2013an jî bi dîwarê şaredariyê ve daliqandî. Şandeya gêncên Almanyayê ku di nav de Kurd jî hebûn û ji bo çavdêriya Hilbijartinên Herêmî yên 30yê Adarê hatine, piştî rêwresma girêbestê govend gerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst