Tuncer Bakirhan: Li Hewlêr û Silêmaniyê ji bo yekîtiya neteweyî gavên dîrokî hatin avêtin

25-02-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Şandeya Îmraliyê Serok Mesûd Barzanî Tuncer Bakirhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, "Rêzdar Mesûd Barzanî piştgiriya xwe ji bo pêvajoya çareseriyê anî ziman û di warê yekîtiya neteweyî de gavên girîng hatin avêtin."

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Parlamentoya Tirkiyeyê di civîna koma partiya xwe de axive û geşedanên di rojevê de nirxandin. 

Tuncer Bakirhan, nerazîbûn nîşanî  danîna qeyûman li şaredariyan da û got:

"Em dibêjin çawa em aştiyê ava bikin, çawa em bigihîjin aştiyê lê ew qeyûman tayîn dikin.

Ev nêrîna zeftkar û înkarker dê heta kengî bidomîne?

Qers yek ji bajarên herî rengîn e. 10-12 komên baweriyê bi hev re dijîn.

Tevî hemû hewldanên cudakirinê yên vê pergalê, Azerî, Terekeme, Malakan, Ermen, Çerkez, Tirkmen, Zaza, Tirk û Kurd qet li hemberî hev ne rabûn. Qaxizman jî wisa ye. Mirov bi hev re dijîn."

“Wan derî şikandin û ketin hundir”

Bakirhan xwest bila rêz li îradeya xelkê were girtin û got:

 "Li Qersê gotineke xweş heye, 'Tu dê kêrê li sifreya ku tu nanê xwe jê dixwî nexi. An dê ji te re bêjin namerd.'

Ev gotin ji têkiliyên dîrokî yên ku min behsa wan kiriye û ji bo bi hev re jiyana gelan hatiye gotin.

Cara ewil ji Qersê ketin Anatolyayê. Wan dikarî li destûrê bixwazin û bikevana hundir lê wan ew derî şikandin û ketin hundir.

Ez vê nêrîna ku van deriyan dişkîne û îradeya xwecih, Terekeme û Azeriyan a Qağızmanê zeft dike şermezar dikim.

Ev ne rê ye. Mirov hinekî ji xwe şerm dike, xwe ji hinek tiştam dûr dixe.

Ev ne rê ye, dest ji vê rêyê berdin, qeyûmên xwe vekişînin. Bila îradeya gel şaredariyan bi rê ve bibe.”

“Em li xaleke dîrokî ne”

Bakirhan bal kişan ser çareseriya pirsgirêka Kurdan û wiha domand:

“Em li xaleke dîrokî ne. Em li ber destpêkeke nû ne ku dê qedera gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn biguherîne.

Em li xaleke dîrokî ne ku dê bandorê li 10 salên me hemûyan bike.

Dewleta neteweyî ya modern ku beriya sed salan hat avakirin, li tersî ruhê rizgariyê çû. Di navbera dewlet û gel de qelşeke kûr çêbû.

Gel ji dewleta xwe xerîb bû û hesta aîdiyetê winda kir. Sedem ne gel e. Dewlet di her derfetê de ji demokrasiyê, heq, huqûq û azadiyan reviya."

“Çavên hemû Kesan li Ocalan e”

Çavên hemû kesan li banga Rêzdar Ocalan e ku dê bike. Ji her derê cîhanê peyam ji me re tên.

Pirs tên, meraq û heyecaneke mezin heye. Bi milyonan kes diayan dikin ku vê carê çareserî çêbibe.

Baş bizanin, Tirk, Kurd, Azerî, Terekeme ferq nake ji ber ku êdî ev gel aştiyê dixwaze. Ev gel edaletê dixwaze, azadiyê dixwaze, dixwaze bêyî şer bi hev re bijî.”

"Di ziyaretên Hewlêr û Silêmaniyê de gavên dîrokî hatin avêtin"

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê behsa ziyareta Heyeta Îmraliyê ya li Herêma Kurdistanê kir û got:

“We ji çapemeniyê jî şopand, şandeya me ya Îmraliyê berî niha Herêma Kurdistanê ziyaret kir. Hevdîtinên gelek girîng pêk anîn.

Şandeya me li Herêma Kurdistana Federal hevdîtinên girîng bi Rêzdar Mesûd Barzanî, Rêzdar Bafil Talebanî, Rêzdar Qubad Talebanî, Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Rêzdar Mesrûr Barzanî û endama Dîwana Serokatiya YNKyê Şehnaz Îbrahîm Ehmed re pêk anîn.

Ji bo yekîtiya neteweyî gavên dîrokî hatin avêtin. Ya herî girîng, yek ji rêberên girîng ên gelê Kurd Rêzdar Mesûd Barzanî, di hevdîtina me de bi eşkereyî îfade kir ku ew piştgiriyeke xurt dide perspektîfa çareseriyê ya Rêzdar Ocalan.

Ev helwesteke dîrokî ye. Kurd bi hev re ne. Li gel hemû siyasetên we yên ku dixwazin siyaseta Kurdan ji hev biqetînin, Rêzdar Mesûd Barzanî û hemû siyasetmedarên li Herêma Kurdistana Federal got ku ew alîgirên aştiyê ne û piştgiriyê didin perspektîfa çareseriyê ya ku Rêzdar Ocalan pêşkêş kiriye.

Nirxê vê helwesta dîrokî bizanin, qedrê wê bigirin.

“Civak amade ye”

Ji Hewlêrê heta Amedê, ji Mêrdînê heta Kobaniyê û Kirmaşanê, hemû Kurd dibêjin 'Em ji bo aştiyê amade ne'. Çi tabloyeke xweş e.

Li her derê Tirkiyeyê hemû gel dibêjin 'Bila aştî çêbibe'. Her kes bi bêsebir li bendê ne ku bigihêjin aştiyê, kuçe amade ye, civak amade ye.

Li hemû deverên cîhanê mirov piştgiriyê didin vê çareseriyê. Baş e, gelo desthilat jî ji bo aştiyê amade ye?

Eger desthilat jî ji bo aştiyê amade be, em dikarin bi hev re paşeroja demokratîk a gelan ava bikin.

Em dikarin bi hev re komara demokratîk ava bikin. Bila tu kes ji bîr neke, li welatekî ku ji huqûq û azadiyê bêpar e, ne dewlet ne jî mirov dikare bextewar bibe.

Bi salan e li vî welatî ku huqûq û edaletê tuneye, ne erd ne kevir ne deşt ne dar ne jî mirov bextewar bûn.

Bextewarbûna erd û mirovan bi rêya demokrasiyê dibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst