Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin hevkariya xwe bi Japonyayê re zêde bikin

25-02-2025
RÛDAW
Akira Endo û Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Akira Endo û Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Akira Endo Balyozê Japonyayê yê Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew dixwazin pêwendî û hevkariya xwe bi Japonyayê re zêde bikin.

Serokê Herêm Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê balyozê yê Japonyayê yê Îraqê Akira Endo qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina xwe ya bi Akira Endo re de serkeftin jê re xwest û piştgiriya xwe ji bo serkeftina erka wî nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina têkilî û hevkariya hevbeş a bi Japonyayê re di hemû waran de.

Li gorî daxuyaniyê, balyozê Japonyayê kêfxweşiya xwe ya ji bo destbikarbûna xwe û serdana Herêma Kurdistanê anî zimên û tekez kir ku welatê wî girîngiyê dide têkiliyên xwe bi Îraq û Herêma Kurdistanê re.

Her wiha balyoz diyar kir ku di heyama erka xwe de hêvî dike ku têkiliyên di navbera wan de zêdetir pêş bixin.

Akira Endo 2yê Kanûna Pêşîn a 2024an dest bi erka xwe kir.

Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, hewlên avakirina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên herêmê mijarên din ên civînê bûn.

Her wiha di hevdîtinê de Konsulê Japonyayê yê Herêma Kurdistanê Arakawa Mikihiro jî amade bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst