Nûnera CPJyê Duja Dawûd: Şîfa Gerdî nîşana bedelên giran e ku rojnameger her roj didin

25-02-2024
RÛDAW
Nûnera CPJyê Duja Dawûdê peyamek ji Rûdawê re şand
Nûnera CPJyê Duja Dawûdê peyamek ji Rûdawê re şand
Nîşan Şîfa Gerdî Xelata Şîfa Gerdiyê CPJ Duja Dawûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnera CPJ ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê Duja Dawûdê ragihand ku şehîdbûna Şîfa Gerdî nîşana bedelên giran e ku rojnameger her roj didin ji bo ku bikarin nîşanî cîhanê bidin ka çi diqewime.

Nûçegihana Rûdawê Şîfa Gerdî di 7emîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn.

Şîfa Gerdî 25ê Sibata 2017an li bajarê Mûsilê di dema tomarkirina çîroka komkûjiyeke DAIŞê de canê xwe ji dest da.

Komîteya Xelata Şîfa Gerdî di heftemîn sala xelatê de, di nav çend berbijêran de, nûçgihana tora nûçeyan a Amerîkî CNN Clarissa Ward wekî xelatgira Xelata Şîfa Gardî ya sala 2024an hilbijart.

Nûnera CPJ ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê Duja Dawûdê jî bi boneya salvegera şehîdbûna Şîfa Gerdiyê peyamek ji Rûdawê re şand.

Duja Dawûdê amaje bi wê yekê kir ku Şîfa Gerdî nîşana bedelên giran e ku rojnameger her roj didin.

Peyama Duja Dawûdê wiha ye:

“Berî heft salan rojnamevan Şîfa Gerdî û wênegirê Tora Medyayî ya Rûdawê Yûnis Mistefa li bajarê Mûsilê yê Îraqê bûn û şerê dijî DAIŞê rûmal dikirin, di wê demê de bombeyeke vedayî teqiya û Şîfa Gerdî kuşt û Yûnis Mistefa jî birîndar kir.

Kuştina Şîfa Gerdî nîşana bedelên giran e ku rojnamevan her roj didin ji bo ku bikarin nîşanî cîhanê bidin ka çi diqewime. Di navbera salên 2014 û 2020an de, Komîteya Parastina Rojnamevanan kuştina 38 rojnameger û xebatkarên medyayê li Îraqê tomar kir, piraniya wan di şerê li dijî DAIŞê de hatibûn kuştin.

Hîn hejmareke mezin ji rojnamegeran serwinda ne yan jî tê bawerkirin ku li Mûsilê jiyana xwe ji dest daye. Gelek ji malbat û hezkiriyên wan li bendê ne ku nûçeyekê li ser wan bibihîzin an jî saloxekê li ser wan bizanin.

Mixabin hîn jî heman metirsî li ser rojnamegerên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê hene û heman bacê didin.

Li gorî CPJyê, ji 7ê Çiriya Paşîna 2023yan û vir ve herî kêm 88 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê di şerê berdewam ê Xezeyê de hatine kuştin.

Tevî ku CPJ di van sê salên borî de kuştina ti rojnamegeran li Îraqê tomar nekiriye lê azadiya raderbirînê rûbirûyê astengiyên giran dibe, nemaze li Kurdistana Îraqê ku hîn sê rojnameger di zindanê de ne.

Di heman demê de rojnameger her roj rastî tacîz, gef, astengî, dozen qanûnî, bendkirin û girtinê tên.

Rojnamegerên jin ên deverê hîn jî rastî reftara xerab û cudakariya zayendî tên. Divê hemû alî rê bidin rojnamegeran ku her dem bi azadî karê xwe bikin, ji ber ku bêyî rojnamevaniyê û kesên wêrek ên wekî Şîfa Gerdî, em dê ji agahiyên jiyanparêz û azadiya xwe bêpar bimînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst