Clarissa Wardê Xelata Şîfa Gerdiyê ya sala 2024an wergirt

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Xelata Şîfa Gerdî di heftemîn sala xelatê de, di nav çend berbijêran de, nûçgihana tora nûçeyan a Amerîkî CNN Clarissa Ward wekî xelatgira Xelata Şîfa Gardî ya sala 2024an hilbijart.

Clarissa Ward wekî nûçegihaneke li eniyên pêşîn ên şer û cengan, wêrankarî û bêtarên şer veguhestiye û li pişt eniyên cengê jî çîrokên mirovî gihandiye cîhanê.

Di şerê Xezayê de, yekem rojnamegera rojavayî bû ku gihîşt cihê bûyeran û çîrokên mirovî ji her du aliyên şer ji cîhanê re veguhastin. Ji ber vê yekê, Clarissa hêjayî wergirtina Xelata Şîfa Gerdî ye.

Clarissa Wardê piştî ku wekî wergira Xelata Şîfa Gardî ya îsal hat ragihandin, di peyamekê de got:

“Bi rastî ez bi wergirtina vê xelatê gelekî kêfxweş im, nemaze ku ev xelat ji bo bîranîna Şîfa Gerdiya wêrek û îlhambexş hatiye damezrandin.”

Clarissa Ward di heman demê de li ser rola niha ya rojnamevanan jî dibêje, “Di cîhana niha de ku pir dabeş û parçe bûye, berpirsiyariyeke me heye, ew jî ew e ku em li prensîbên rojnamevaniyê vegerin, herwisa vegotina çîrokên xelkê bidomînin û dirustkirina keleman li ber kesên ku di pêgeha desthilatê de ne jî berdewam bikin.”

Şîfa Gerdî di nav şerê rejîma Sedam Hisên dijî Kurdistanê û di nav rewşa şerê Îraq û Îranê de ji dayîk bûye, di şert û mercên zehmet de xwendiye û bûye rojnamegereke jêhatî û şerê Pêşmerge, Îraq û hevpeymaniya navneteweyî dijî DAIŞê rûmal kir.

Piştre Şîfa Gerdî di 25ê Sibata 2017an de li bajarê Mûsilê şehîd ket û dema ku çîroka komkujiyeke DAIŞê tomar dikir jiyana xwe ji dest da.

Tora Medyayî ya Rûdawê wê çaxê biryar da ku Xelata Şîfa Gerdî ji bo rêzgirtina li karê rojnamevanên jin ên ku şer rûmal dikin an jî raporên lêkolînî dirust dikin, çêbike.

Bi vê mebestê jî komîteyeke ji çend pisporên medyayê li Herêma Kurdistan û Ewropayê pêk anî ji bo diyarkirina xelatgira salane ya Xelata Şîfa Gerdî.

Îsal merasîma xelatê di saeteke televizyonê de li cihê şehîdbûna Şîfa Gerdî li bajarê Mûsilê hat lidarxistin.

Sala borî li cîhanê sala şer û rijandina xwînê bû ku vê yekê jî karê rojnamevanan pir dijwar kir. Li gor amara Federasyona Navdewletî ya Rojnamegeran (IFJ) par 120 rojnamevan li cîhanê hatin kuştin.

Kuştina rojnamegeran nîşana wê yekê ye ku hê karekî zêde maye ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên din ji bo parastina jiyana rojnamevanan li seranserê cîhanê bikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê

25ê sibata 2024an