Dayîka Ferhad Hemo di 10 saliya windabûna wî de: Ez serbilind im, dengê miletê xwe digihand

25-02-2024
RÛDAW
Ferhad Hemo
Ferhad Hemo
Nîşan Ferhad Hemo Rûdaw DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûçegihanê Rûdawê Ferhad Hemo ku hîn 25 salî bû, ji dayik û malbata xwe hat dûrxistin.

Nûçegihanê Rûdawê yê Rojavayê Kurdistanê Ferhad Hemo ciwanekî pir bi hêvî bû ku hêviyên wî zû hatin vemirandin.

Piştî heşt meh û du hefteyan xebata di Rûdawê de nûçegihan Ferhad Hemo û wênegir Mesûd Eqîlî 15ê Kanûna Pêşîna 2014an li ser rêya Qamişlo û Til Koçerê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin girtin.

Agahiyên girtina wan di kurtefîlmekê de hatin pêşkêşkirin.

Ji girtina wan, heta lêpirsîn û şkencekirina wan, agahî ji zarê wênegirê wî hatin eşkerekirin ku piştî zêdetirî 20 mehan hat berdan û bi malbata xwe re hat cem hev lê Ferhad ji wê demê ve winda ye.

Tenê wêneyên wî yên ku bi dîwarê mala wan a li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ve daliqandî dilê dayîka wî aram dikin.

Dayîkeke wêrek a ku 10 sal in li benda dîtina kurê xwe ye.

"Hêviyeke me ya mezin hebû"

Dayîka Ferhad Hemo, Îlham Ehmedê li ser kurê xwe got:

“Ev 10 sal in winda ye, DAIŞê ew revandiye. Heta ku DAIŞ li herêmê bû, hêviyeke me ya mezin hebû ku ew bi wekî dîl di destê DAIŞê de ye.

Piştî şerê Baxozê ya sala 2019an heta niha ti xeberek bi destê me neketiye, em nizanin Ferhad sax e yan şehîd bûye.”

Ferhad Hemo wekî yek ji çalaktirîn rojnamegerên herêmê dixebitî û bi hatina DAIŞê re, bi rêya Rûdawê bû çavkaniyeke girîng û pêbawer a rastiyan.

Îlham Ehmedê herwiha anî ziman:

“Ez bi Ferhad serbilind im, em bi wî serbilind in, ew ji bo sedemeke baş winda bû ku deng û êşa miletê xwe bigihîne cîhanê.”

Ferhad tam ji ciwaniya xwe nedît, ew piştî kêmtirî sê mehan ji zewacê hevjîna xwe ya ciwan û diya xwe ya dilşewat li dû xwe hişt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst