Rojnamegereke jin hêjayî Xelata Şîfa Gerdiyê hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Xelata Şîfa Gerdiyê di sala heftem a xelatê de ji nav çend berbijêran, nûçegihaneke jin hilbijart ku Xelata Şîfa Gerdiyê ya sala 2024an wergire.

Wê wekî nûçegihanekê li eniyên pêş ên şer, wêrankarî û jan û êşên şer veguhestin û li pişt eniyên şer jî çîrokên mirovî gihandin cîhanê.

Di şerê Xezeyê de yekem rojnamegera Rojavayî bû ku gihişt cihê bûyerê û çîrokên mirovî ji her du aliyên şer veguhestin cîhanê.

Ji ber wê keseke hêjayî rêzlêgirtinê ye bi Xelata Şîfa Gerdiyê.

Şîfa Gerdî di nav şerê rejîma Sedam Husên a li dijî Kurdistanê û di nav rewşa şerê Îraq û Îranê de ji dayîk bûye, wê di rewşeke dijwar de xwend û bû rojnamegereke bi şiyan û rûmala şerê Pêşmerge, Îraq û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê kir.

Şîfa Gerdî 25ê Sibata 2017an li bajarê Mûsilê di dema tomarkirina çîroka komkûjiyeke DAIŞê de canê xwe ji dest da.

Tora Medyayî ya Rûdawê wê demê biryar da, ji bo rêzgirtina karê jinên rojnameger ku rûmala şer dikin an raporên lêkolînan amade dikin Xelata Şîfa Gerdiyê çêbike.

Bi wê mebestê jî ji bo destnîşankirina wergira salane ya wê xelatê komîteyeke ji çend kesên pispor ên di warê medyayê de li Herêma Kurdistanê û Ewropayê pêk anî.

Sala borî saleke tijî şer û bi xwîn bû li cîhanê, wê jî karê rojnamegeran gelekî zehmet kir.

Li gorî amarên Federasyona Navneteweyî ya Rojnamegeran (IFJ) sala borî 120 rojnameger hatine kuştin.

Kuştina rojnamegeran nîşana wê yekê ye ku ji bo parastina canê rojnamegeran karekî zêde maye ku Neteweyên Yekbûyî û welat bikin.