Li Zurihê pêşangeha şêwekar Dildar Felemez hat vekirin

25-02-2024
Xalid Cemîl Mihemed
Li Zurihê pêşangeha şêwekar Dildar Felemez hat vekirin
Li Zurihê pêşangeha şêwekar Dildar Felemez hat vekirin
Nîşan Dildar Felemez Pêşangeh Xalid Xelîfe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwekarê Kurd ê ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê Dildar Felemez li nêzîkî muzexaneya bajarê Zurihê yê Swîsreyê, pêşangeheke şêwekariyê vekir.

Dildar Felemez pêşangeha xwe ji bo bîranîna romanivîsê Sûriyeyî Xalid Xelîfe vekir ku  par li bajarê Zurihê koça dawî kiribû.

Pêşangeh bi navnîşana “Dengê Berzebûnê ji bo Xalid Xelîfe” ye.

Naveroka tabloyên vê pêşangehê, rengvedana mijarên pirtûka “Neynikên Berzebûnê” ye ku ew jî dîwaneke helbestvanê Sûriyeyî Ferec Beyreqdar e.

Ferec Beyreqdar jî 14 salan li zindanên hikûmeta Sûriyê girtî mabû lê aniha li Stockholmê dijî.

Şêwekarê Kurd û xwediyê pêşahgehê Dildar Felemez got:

“Mijara pêşangeha  îro ew e ku dîwana helbestvan Ferec Beyreqdar bikime tabloyine şêwekarî.

Helbet ev ne yekem bizava min e di vî warî de lê berê jî min Sirûdên Maldoror wergerandin tabloyên şêwekarî.

Bi rastî gelek tişt bi rasthatin çêbû, derbarê vê pêşangehê, hebûna Xalid Xelîfê, wî tablo dîtin û xwest wan pêşkêş bike, pişt re Xalid koça dawî kir, min jî ev yek bawer nekir û ne dixwazim bawer bikim, êdî min xwest ez pêşangehekê weke silav ji bo Xalid Xelîfê vekim.

Ez kêfxweş im ku min dikarîbû tiştek kiriba. Ji rasthatinan jî ku ev galêrî û ev sazî bi pênc xulekan bi peya ji cihê niştecîbûna Xalid Dûr e.”

Dildar Felemez di tabloyên xwe de, hêma û sembolên ku êş û azarên penaberên Sûrieyî derdibirrin, nîşan dide.

Sih tabloyên pêşangehê ku ax di wêneyên wan de hatine bikaranîn û ji text û caw in, bi pîvanên cur bi cur in.

Hinej  ji wan: 80/110 - 70/50 - 40/60 sentîmetreyê ne.

Helbestvanê Sûriyeyî Ferec Beyreqdar jî got:

“Bi rastî, hatina min bo pêşangehê ne tenê ji bo amade bibim, ne ji ber ku ew hevalê min e lê belê ji ber ku ez beşek im ji pêşangehê.

Pêşangeh derbarê Neynikên Berzebûnê ye ku ew jî dîwaneke min a helbestan e.

Sala 2005an, Wezareta Rewşenbîrî ew çap kir, lê Mixaberatan belavkirina wê qedexe kir. Lê tevî wê yekê jî ew pirtûka ku bêhtir hatiye wergerandin.

Ez bi vê pirtûkê re rastî gelek surprîzan hatim. Neynikên Berzebûnê bi xwe neynikên zindanê ne lê yekem suprîz ew bû ku ew pirtûk bû projeyeke stiranê, bi şêwazê operaslî, sazvanekî Sêwdî saz jê re danî li gel dengbêjeke opralî.

Ji bo min cihê sersomanê bû ku dîwaneke helbestan bibe projeya pêşangeheke şêwekariyê, ev yek ne di bala min de bû.”

Di çarçoveya pêşangehê de jî 3 çalakî têne birêvebirin:

-Belgefilmek li ser romanivîsê Sûrî Xalid Xelîfê.

-Ahengeke muzîkê ji aliyê hunermenda Uyghurî Saadet Turkz ve, 13yê Adarê dê bê pêşkêşkirin.

-3yê Nîsanê jî akterê Almanî Thomas Sarbacher dê beşekî ji pirtûka romanivîs Xalid Xelîfê, ya bi navnîşana “Mirin Karekî Zehmet e” bi zimanê Almanî bixwîne.

Pêşangeh ji 21ê Sibatê heta 27ê Nîsana 2024an dê berdewam bike.

Dildar Felemez, sala 1970yî, li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Li bajarê Zurihê yê Swêsrayê dijî.

Nivîskar, rexnevan, helbestvan û şêwekar e.

Hejmarek ji pirtûkên wî yên çapkirî hene û nêzîkî 40 pêşangehî jî vekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst