Di ser şehadeta Şîfa Gerdiyê re 7 sal derbas bûn

25-02-2024
RÛDAW
Di ser şehadeta Şîfa Gerdiyê re 7 sal derbas bûn
Di ser şehadeta Şîfa Gerdiyê re 7 sal derbas bûn
Nîşan Şîfa Gerdî Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûçegihana Rûdawê Şîfa Gerdî di 7emîn salvegera şehadeta xwe de li axa ku lê ji dayik bûye hat bibîranîn.

Li gundê Şêrwana Mezina navçeya Mêrgesora Hewlêrê ku lê ji dayik bûye, hevalên wê bi ciwanan re li ser jiyan û şehadeta wê axivîn.

Vînaya 18 salî di nava çiyayên herêma Barzan de gora gundiya xwe Şîfa Gerdiyê bi kulîlkan di xwezayeke bêhempa de dixemilîne.

Li hemberî wir gundê Bêroxê yê navçeya Rûbaroka Colemêrgê heye.

Vîna carinan ji bo xwendina Fatîhayê û avdana kulîlkan bi mamoste û nasên xwe re diçe ser gora Şifa Gerdiyê.

Vîna Nezîheta ji gundê Bêrox got:

“Dema min Şîfa Gerdî nas kir ez gelekî biçûk bûm. Em xelkê gund carinan tên cem hev û qala Şifa Gerdiyê dikin.

Şehadatê wê em hemû êşandin, ji bo me hemûyan bûyerek pir bi êş bû. Ji ber ku ew bi rastî di warê xwe de keseke jêhatî bû.”

Ji şêniyên gundê Çemê Kameran Ehmed jî diyar kir ku geştyarên ku diçin herêmê teqez dixwazin gora Şîfa Gerdiyê bibînin û anî ziman:

“Gelek caran mêvanên me yên biyanî yên ku tên herêmê, serdana gora wê di bernameyên xwe de cih didinê. Yek ji cihên ku em wan li herêmê digerînin gora Şîfa Gerdiyê ye.”

Welatiyê bi navê Salim Şakirê ji gundê Şêrwana Mezin jî wiha got:

“Li gorî min êdî keseke wekî wê nayê. Ji ber ku Şîfa Gerdî ne tenê nûçegihan bû, herwiha nûçegihana Pêşmergeyan jî bû.”

Rêveberê Îdareya Avê ya Şêrwana Mezin Siyaweş Ebdullah cara yekem sala 2012an Şifa nas kir ku wekî nûçegihaneke jêhatî ji bo pêşkêşkirina merasîma projeya avê hatibû vexwendin.

Li gorî gotina Siyaweş Ebdullah, Şîfa Gerdî bi bicihkirina projeya avê gelekî kêfxweş bû ji ber ku bi saya vê projeyê 18 gundên Şêrwana Mezinê gihîştine ava vexwarinê.

Rêveberê Îdareya Avê ya Şêrwana Mezin got, “Li herêmê gelek malbat hene ji bo ku navê Şîfa zindî bihêlin, navê Şîfa Gerdiyê li zarokên xwe dikin.”

Li vê herêmê ji kal heta ciwan, ji jin heta mêr her kes bi serbilindiyeke mezin qala Şîfayê dike.

Barzan Şukrî xelkê bajarê Şêrwana Mezin û mamosta jî got ku ew xwendekarên xwe li dora alaya Kurdistanê li baxçeyê dibistanê kom dikin û gelek caran behsa hezkirina ji bo welat, qehremaniya Pêşmerge û Şehîd Şîfa û mêrxasiya wê dikin.”

Mamoste Barzan Şukrî got:

“Şîfa Gerdî di vekirina rê li ber gelek nûjeniyan de pêşeng bû. Rê li ber gelek tiştan vekir û bû pir. Bi gotineke din, ji nifşên paşerojê re rêbereke mezin bû. Hêvîdarim ku li herêma me mînak zêde bibin.”

Nûçegihana leheng a Tora Medyayî ya Rûdawê Şehîd Şîfa Gerdî li Mûsilê sala 2017an di encama teqîna mayineke DAIŞê de dema ku bernameya bi navê “Fox Mûsil” tomar dikir, canê xwe ji dest da.

Şifa Gerdî li goristana gundê xwe Şêrwana Mezin hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst