Li Rihayê minareya mizgeftekê hat hilweşandin

Hewlêr (Rûdaw)  - Piştî erdhejên navendên wan Meraş, li navçeya Sêwregê ya Rihayyê minareya ku zirar dîtibû bi kontrol hat xerakirin.

Piştî çavdêrî û lêkolînên Qaymeqamtiya Sêwregê ji bo xerakirina minareya Mizgefta Evdal Axa biryara xerakirinê derket.

Ekîbên polîsan li derdorê tedbîrên pêwîst wergirtin û dûv re minareya Mizgefta Evdal Axa bi kontrol hat xerakirin.

Di erdhejên 6ê Sibatê de Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ziyan gihiştiye hejmareke zêde ya mizgeftan jî.